YPG pêşinyara Pêşverû red dike û hêzeke din ji Qamişlo ji bo Efrînê şand

Nûrî Mehmûd: YPG hêzeke Sûrî ye û axa Sûryê diparêze û ti carî YPG beramberî rawestandina operasyona Tirkiyê ji Efrînê dernakeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) Nûrî Mehmûd ragihand, pêşinyara Partiya Pêşverû ya vekişîna YPGê ji Efrînê nayê qebûlkirin û ti carî YPG ji Efrînê venakişe.

Nûrî Mehmûd ji ajansa Sputnik ya Rûsî re got: YPG hêzeke Sûrî ye û axa Sûryê diparêze û ti carî YPG beramberî rawestandina operasyona Tirkiyê ji Efrînê dernakeve.

Mehmûd got jî, ew nizanin li ser çi bingehê Partiya Pêşverû pêşinyara vekişîna YPGê ji Efrînê pêşkêş kiriye û got: Gelo karînên wê partiyê hene ku navberiyê di nav me û artêşa Tirkiyê de bike.?

Navhatî herwiha got: Em ji Efrînê dernakevin daku rêxistiya Qaîde û DAIŞ derbasî wî bajarî bibin û em pêşinyara wê partiyê red dikin, ji ber ku niha li ser axa me dagîrkerek heye û divê derkeve.

Berî çend rojan endamê polîtbîroya Partiya Dîmukrat ya Pêşverû a Kurdî li Sûryê Ehmed Silêman got: "Berî du rojan, me pêşinyareke nû kir, ku pêwîst e pêwendî bi rêjîma Sûryê û Rûsya re bên kirin, daku şervanên Kurd ji Efrînê bên derxistin û di heman demê de artêşa Tirkiyê jî vekişe û rêveberiyeke sivîl ji xelkê deverê were pêkanîn û şer bê rawestandin, ji ber ku xizmeta ti aliyekî nake".

Ji 20 Çileya derbasbûyî ve, operasyona artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, li Efrînê berdewam e, piştî derbasbûna nêzîkî mehekê ji wê operasyonê, milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, li ser daxwaza fermandeyên YPGê û bi rêketinekê di nav herdu aliyan de, derbasî Efrînê bûn, daku rê li ber dagîrkariya Tirkiyê bigirin, lê heya niha jî ti encameke berbiçav ji derbasbûna hêzên rêjîmê ji bo Efrînê diyar nebûne.

N.O