Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe

Îro 18ê Sibatê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê rêkeftinek îmze kir û Kurdistan24 beşek ji naveroka wê rêkeftinê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 18ê Sibatê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê rêkeftinek îmze kir û Kurdistan24 beşek ji naveroka wê rêkeftinê aşkere dike.

Li gor zanyariyên K24ê, Tevgera Goranê di kabîneya dahatî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezaretên Darayî, Karûbarên Civakî, Avedankirinê, Pêşesazî û Desteya Sindoqa Dahatên Netewî werdigire.

Ji bilî wan wezaretan, Goran Cîgirê Serokê Herêmê, çend nûneretiyên derve, birîkarê wezaretên Navxwe, Şarewan, Kehrebe, Perwerde, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, hejmarek ji rêveberiyên giştî û şêwirmendên ji wezaret, Parlemanto û Fermangeha Pêwendiyên Derve werdigire.

Her li gor zanyariyên K24ê, Tevgera Goranê Alîkarê Serokê Encûmena Wezîran bo Karûbarên Çaksaziyê jî dibe.

 

S. B