Sedir: Biryara me Iraqî ye û na ji bo hejmûn û dagîrkariyê

Sedir: Hikûmeta dahatî nabe cihek ji bo diziyê ji partiyan re, lê ewê deriyek ji bo peydakirina rizqê gel be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir û piştevanê Hevpeymaniya Sairûn Muqteda Sedir, di Twittekê de dibêje: "Biryara me Iraqî ye û li nav sînorên Iraqê derdikeve, em hemû beşdar in nek mîr in, na ji dagîrkirinê û hejmûnê li ser Iraqê.

Peyama Muqteda Sedir zelal e, ji aliyekî ve ew ji bo hêzên siyasî yên Iraqê ye, ku divê wek hevpar xwe di Hikûmeta nû de bibînin neku hemû xwe wek mîran bibînin, beşekî din yên peyama wî li dijî Amerîka û Îranê ye û dagîrkarî û hejmûna welatan red dike.

Pêştir jî di Twittekê de gotibû: "Hikûmet ne têkeleya Etar e" ew jî wek nîşanekê ye, ku ew Hikûmetê li ser bingeha pişk pişkîniya hizbî pêk nayine.

Derbarê doseya gendeliyê Sedir got: "Hikûmeta dahatî nabe cihek ji bo diziyê ji partiyan re, lê ewê deriyek ji bo peydakirina rizqê gel be".

N.O