Rojhilata Navîn Îsraîl hişyariyê dide Sûriyê

Îsraîl hişyariyê dide Sûriyê
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê hişyariyê dide Sûriyê, heger careke din bersiva firokêyên Îsraîlî bide, dê bersiveke tund bide Sûriyê.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman hişyarî da hêza bergîriyê ya Sûriyê û ragihand, heger careke din wan bersiva firokeyên Îsraîlê dan, dê sîstema bergîriya Sûriyê birûxîne.

Avigdor Lieberman diyar kir, erkê Îsraîl ew e ku rê nade çek bi riyên qaçaxî ji Sûriyê derbasî ji Hizbulaha Libnanî re bibe.

Herwiha Avigdor Lieberman helwesta Îsraîlê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed aşkere kir û got: “Îsraîl ne piştgîriya Esed dike û ne jî li dijî wî ye.”

Roja 17 Adarê, artêşa Sûriyê ragihand ku, 4 firokeyên Îsraîlî êrîşî armancine di nava xaka Sûriyê de kirine û wan jî bersiva wan da ye û firokeyeke Îsraîlî xistiye xwarê û ziyan gihêştiye firokeyeke din.

Lê Îsraîlê ragihand, hêzên Sûrî bersiva firokeyên wan da ne, lê di heman demê de red kir jî ku ti ziyan gihêştibe firokeyeke wan.

Ev cara yekem e, ku hêzên berevaniyê yên Sûriyê bersiva firokeyên Îsraîlê didin.