Heşda Şeibî û hin berpirsên YNK parêzgarekî nû bo Kerkûkê destnîşan dikin

Li ser daxwaza Heşda Şeibî û beşê ji berpirsên YNKê yên ligel wê rêkeftin kirine, amadekarî kirine ji bo Rufet Ebdulah bibe parêzgarê Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Heşda Şeibî û beşê ji berpirsên YNKê yên ligel wê rêkeftin kirine, amadekarî kirine ji bo Rufet Ebdulah bibe parêzgarê Kerkûkê.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, rêkeftin di navbera Heşda Şeibî û hin berpirsên YNKê yên Heşda Şeibî anîne Kerkûkê heye, ta endamên YNKê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ligel Ereb û Tirkmenan bicivin û li cihê Necmedîn Kerkîm, Rufet Ebdulah bikin parêzgarê Kerkûkê.

Roja 16ê Cotmehê, hejmarek ji berpirsên YNKê ku endamê Polîtburoya YNKê Rufet Ebdulah yek ji wan e, rêkeftineke takalî ligel Heşda Şeibî kirin û rê ji bo Heşda Şeibî, hêzên Iraqê û artêşa Pasdaran xweş kirin û derbasî Kerkûkê bûn.