Sûriye gefa bersivdana her êrîşeke Tirkiyê li ser Efrînê dike

Fêsel Miqdad: Hêzên berevaniya ezmanî ya artêşa Sûriyê amade ne firokeyên Tirkiyê bînin xwarê, eger hat û destdirêjiyê li ser axa Sûryê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Sûryê Fêsel Miqdad ragihand, ku her êrîşeke dujminane ji aliyê Tirkiyê ve, yan destpêkirina her karekî serbazî li Efrînê, wê rastî bersivdanê ji aliyê artêşa Sûryê ve bê.

Fêsel Miqdad got: "Hêzên berevaniya ezmanî ya artêşa Sûriyê amade ne firokeyên Tirkiyê bînin xwarê, eger hat û destdirêjiyê li ser axa Sûryê bikin".

Berî niha jî perlemanterê Kurd di Perlemana Sûryê de Umer Osê ragihandibû ku: "Di navbera serkirdeyên YPG û serkirdeyên serbazî yên Sûrya û Rûsya de, li bingeha serbazî ya Himêmîm civînek hat lidarxistin û heger Tirkiye êrîşê Efrînê bike wê rastî şiketineke mezin bê".

Ji aliyekî din ve, kêşeyên di navbera Tirkiyê û Amerîkaş de li ser Efrînê kûrtir bûne û wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu rexneyên tund li Amerîka kir û got: "Baweriya me bi Amerîka nema ye û ew welat bi rastbêjî siyasetê nake".