Fermandariya Operasyona Hevbeş Kurdistan24 ji Kerkûkê dûr dixe

Medyayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) radigihînin, “ biryar da, Kurdistan24 ji parêzgeha Kerkûkê bê dûrxistin û rêdana kar jê re neye dayîn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Medyayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) radigihînin, “Fermandariya Operasyona Hevbeş biryar da, Kurdistan24 ji parêzgeha Kerkûkê bê dûrxistin û rêdana kar jê re neye dayîn.”

Medyayên YNKê belav kirin, Fermadarê Operasyona Hevbeş li Kerkûkê Xetab Reş biryara dûrxistina kenala Kurdistanê li wê parêzgehê daye.

Berê wê biryarê jî, Fermandariya Operasyona Hevbeş a kerkûkê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû, rêkarên yasayî li dijî Kurdistan24ê bigire ber.

Ev nûçe di demekê de ye, Kurdistan24 bi awayekî pîşeyane berdewam bû di veguhastina bûyerên parêzgeha Kerkûk û Xurmatûyê de û di êrîşa Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li ser bajarê Kerkûkê de bilindgoyeke (Loudspeaker) azad ji xelkê dilsoz û xwebexşên têkoşer ên wê parêzgehê re bû, ku dixwastin berevaniyê li bajarê xwe bikin. Lê ji ber sedema ku li pêş çavên wan, hêzên YNKê bi fermana hejmarek ji berpirsên baskê malbata Talebanî sengerên xwe ji Heşda Şeibî re vala kirin û bi çekê giran û hemmaran ve vekişiyan, wan di riya Kurdistan24ê re torbûn û nîgeraniya xwe derbirîn û ew rêkeftin bi firotana Kerkûkê binav kirin, ji ber wê baskê bihêz yê YNKê û Heşda Şeibî nîgeran bûn û hewl didin rê li ber karê Kurdistan24ê bigirin.

Di heman demê de, ji aliyê hejmarek ji berpirsên bilind ên malbata Talebanî û medyayên wê, ji çend rojan ve êrîş li ser Kurdistan24ê tên kirin, di demekê de ku berî çend rojan û ji ber romala Kurdistan24ê ya bêalî ji koça dawiyê ya Mam Celal re, Qubad Talebanî spasiya wê dezgehê kir, ku bi awayekî pîşeyane ew rêwresm romal dikir.

Herwiha piraniya grûpên Heşda Şeibî kenalên wan yên esmanî hene û Pêşmerge û xelkê Kurdistanê wek DAIŞê pîşan didin û her dem dibin rewangeha taifiyetiyê, lê hikûmeta Iraqê xwe bêdeng kiriye.