Hevşaredarê Erxenî: Gelê Kurd di hilbijartinan de hin peyam dan HDPê

Hevserokê Şaredariya Erxenî Ehmed Kaya beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser encamên hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand, di vê hilbijartinê de gelê Kurd hin peyam arasteyî me kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Şaredariya Erxenî ya Diyarbekirê Ehmed Kaya beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser encamên hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ragihand, di vê hilbijartinê de gelê Kurd hin peyam arasteyî me kirin.

Hevşaredarê Erxenî yê HDPê Ehmed Kaya diyar kir, piştî ezmûna qeyûman, careke din şaredariyên Bakurê Kurdistanê ketin destê vîna gel û ev yek bi coş û kêfxweşiyeke mezin ji aliyê gel ve hate pêşwazîkirin.

Li ser jidestdana HDPê ji hin şaredariyên Bakurê Kurdistanê got: Gelek sedem hebûn ku hin şaredarî hatin jidestdan, wek mînak li Şirnexê rênimayên ne yasayî û ne rewa hatin kirin, dibe ku hin sedemên din jî hebin, lê di rojên pêş de HDPê dê nirxandina xwe di vê derbarê de ji raya giştî re parve bike.

Herwiha got: HDPê stratejiya xwe ya hilbijartinê li rojavayê Tirkiyê bi awayekî û li Bakurê Kurdistanê bi awayekî din danîbû. Stratejiya li rojavayê Tirkiyê bi awayekî baş biser ket, lê Bakurê Kurdistanê tevî ku hebûna gelek astengiyan jî, dibe ku hin sedemên nevxweyî hebin, lê divê em sedemên jidestdana hin şaredariyan baş binirxînin û lixwe vegerin.

Herwiha got: Di van hilbijartinan de gelê Kurd hin peyam dan. Peyama yekem: Gel dibêje em ji dil ve bi we re ne û vîna xwe nadin dest qeyûman, lê ji aliyekî din ve jî, ji bo ku hûn li xwe vegerin nirxandinên baş bikin, emê li hin deveran we bişkînin. Di vê derbarê de, belê hin şikestin çê bûn û Hin kêmanî hene.

Hevserokê Şaredariya Erxenî got jî: Desnîşankirina hin namzetên ku Kurdî nizanin jî faktoreke girîng a şikestina li hin deveran bû.

 

 

S.B