ESD: Hilbijartinên Bakurê Sûriyê nameyek in ji bo Esed

Hevseroka Encûmena Sûrya Dîmukrat Hediye Yûsif ragihand, ku hilbijartinên bakurê Sûriyê nameyek in ji bo Esed ku ew dixwazin deverên xwe birêve bibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Sûrya Dîmukrat Hediye Yûsif ragihand, ku hilbijartinên bakurê Sûriyê nameyek in ji bo Esed ku ew dixwazin deverên xwe birêve bibin.

Hediye Yûsif diyar kir, rijdbûna rêjîma Sûriyê ser helwestên xwe, dê Sûriyê ber bi wêraniyê ve bibe û tekez kir, li bakurê Sûriyê hemû pêdiviyên berevaniyê şer li cem wan hene.

Yûsif diyar kir, di dema ku şerê li dijî DAIŞê berdewam e, encamdana hilbijartinan nameyek e ji bo rêjîma Sûriyê, ku miletê Sûriyê dixwaze rêveberiya xwe hilibijêre.

Biryar e hilbijartin roja înê 22Êlûna 2017 bên encamdan, lê bi gotina Hediye Yûsif Minbic û çend deverên derdora Reqa, ku nû hatine kontrolkirin, ew tevlî hilbijartinan nabin.