Budceya Herêma Kurdistanê tê amadekirin

Li gorî pêşbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewş ber bi başbûnê ve diçe û behsa vegerandina pişka 17% ya Herêma Kurdistanê tê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Diravî û Abûriya Herêma Kurdistanê, dixwaze budceya giştî ya sala 2019an amade bike û ji tevahiya wezaretan xwestiye ku budceyên xwe yên pêwîst amade bikin.

Li ser vê mijarê, biryardera Komîteya Diravî û Abûriyê di Perlemana Kurdistanê de (Hîva Hecî Mîrxan) ji Kurdistan24ê re ragihand, ku li gorî pêşbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewş ber bi başbûnê ve diçe û behsa vegerandina pişka 17% ya Herêma Kurdistanê tê kirin.

Temenê yasayî yê vê gera Perlemana Kurdistanê, tenê 4 meh maye û dibe ku nikaribe di dema pêwîst de budceyê pesend bike, lê endama Komîteya Yasayî di Perlemana Kurdistanê de (Muna Qehweçî) ji K24ê re ragihand, ku heger wezaretên Herêma Kurdistanê piştevan bin û bi ciddî kar li ser bicîkirina biryarê bikin, wê budce bê amadekirin û di Perleman de were pesendkirin.

N.O