Kurd gellek postan li Kerkûkê jidest didin

Kutleya erebî û turkmanî û beşek ji endamên kutleya Biratî dixwazin parêzgar û serokekî nû ji bo encûmena parêzgeha Kerkûkê destnîşan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî 16 Cotmeha derbasbûyî, Kurdan çendîn postên giring li Kerkûkê jidest dan, yê herî giring postê parêzgarê Kerkûkê ye, ku niha ji aliyê erebekî ve ew post tê birêvebirin, niha pêkhateyên din yên Kerkûkê bi taybet Turkman dixwazin postê serokê encûmena parêzgehê jî ji Kurdan bistînin û beşek ji endamên lîsta Biratî piştgiriya wê yekê dikin.

Biryar e sêşema dahatî bê amadebûna serokê encûmenê û beşek ji endamên lîsta Biratî, encûmena parêzgeha Kerkûkê bicive, li gorî rêketina kutleya erebî û turkmanî û beşek ji endamên kutleya Biratî, wê di civînê de gotûbêj li ser destnîşankirina parêzgar û serokekî nû ji bo encûmena parêzgeha Kerkûkê bê kirin.