Siûdiyê bi 100 milyon Dolarî alîkariya (Bakurê Sûryê) dike

Berî niha jî Siûdiyê ragihandibû, ku ewê bi sed milyon Dolarî alîkariya navçeyên (Bakurê Rojhilatê Sûryê) bike ku niha di destê Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ji Kenala CNN re ragihand, ku roja Sêşema derbasbûyî, Siûdiyê sed milyon Dolar şand Amerîka ji bo peydakirina aramyê li (Bakurê Sûryê) bê xerckirin.

Li gorî ku hatiye belavkirin, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê de Brett Mcgurk, di roja 12 vê mehê de, li Riyada paytexta Siûdiyê bû û ew mijar bi taybetî li gel berpirsên Siûdî gotûbêj kiribû.

Berî niha jî Siûdiyê ragihandibû, ku ewê bi sed milyon Dolarî alîkariya  navçeyên (Bakurê Rojhilatê Sûryê) bike ku niha di destê Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê de ne.

N.O