Japonya helwesta xwe ji referandûmê aşkere dike

Balyozê Japonya li Bexdayê Fumio Iwai, piştî 10 rojan ji referandûma serxwebûna Kurdistanê, helwesta welatê xwe derbarê wê proseyê de aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Japonya li Bexdayê Fumio Iwai, piştî 10 rojan ji referandûma serxwebûna Kurdistanê, helwesta welatê xwe derbarê wê proseyê de aşkere kir.

Li gor medyayên Iraqê, Balyozê Japonyayê ragihand, welatê wî daxwaza destpêkirina guftûgoyên cidî di navbera hikûmeta Bexda û hikûmeta Kurdistanê dike, ji bo çareserkirina pirsgirêkan.

Fumio Iwai ti amajeyek nekir, welatê wî piştgîriya referandûmê dike, yan li wê proseyê red dike. Tenê ragihandiye, Iraq di qonaxake yekalker de ye û çendîn asteng li pêş wê ye.

Roja 25ê Îlona borî, Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûna Kurdisanê bi rê ve bir û zêdetir ji sedî 92 ji dengderan dengê belê dan serxwebûna Kurdistanê.