Sûriyê Lavrov: Bihaneyên opozîsyonê ne rast in

Lavrov: Bihaneyên opozîsyonê ne rast in

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, sedemên nebeşdariya opozîsyona Sûriyê li civînên Astanyê ne di cihê xwe de ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin, li nebeşdariya opozîsyona çekdar a Sûriyê di civînên Astanayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, bihaneyên opozîsyonê ne di cihê xwe de ne.

Opozîsyona Çekar a Sûriyê bi awayekî fermî ragihandibû, ew di civînan de beşdar nabin, ji ber ku Rûsya ne amede ye ku lêdanên xwe yên asmanî li ser baregeh û deverên opozîsyonê rawestîne û rêjîma Sûriyê jî pabendî agirbestê nabe.

Ji aliyê xwe xwe, serokê şanda rêjîmê Beşar Caferî Tirkiye ji ber nebeşdariya opozîsyê tuhmetbar kir û got: “Dema yek ji aliyên gerentiyê bi erkên xwe pabend nebe, mebesta min jî Tirkiye ye, divê ew jî wê bê pirskirin ji ber nebeşdariyê grûpên çekdar ve.”

Biryar bû, gera sêyemîn ya civînên Astanayê îro li Kazaxistanê dest pê bikin.