Îran: Emê hêzên aştîparêz li Idlibê belav bikin

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, ku li ser daxwaza Hikûmeta Sûryê, ewê hêzên aştîparêz li Parêzgeha Idlibê belav bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, ku li ser daxwaza Hikûmeta Sûryê, ewê hêzên aştîparêz li Parêzgeha Idlibê belav bikin.

Fermandarê di Supaya Pasdaran de Mihemed Elî Ceiferî diyar kir, ku di çarçoveya danûstandinên aştiyane de, ku di navbera wan û rêjîma Sûryê de hatine kirin, Rêjîmê daxwaz ji Taranê kiriye ku hêzeke din ji bo Sûryê bişîne.

Mihemed Elî Ceiferî got: Emê hêzên aştîparêz bi hejmareke sînordar ji bo parêzgeha Idlibê û navçeya bakurê rojavayê Helebê bişînin.

Navhatî behsa wê yekê kir, ku tevahiya hêzên Îranî yên li Sûryê, xwebexş in û piraniya wan şêwirmendên serbazî ne.

N.O