Xesro Goran: Partî 25 kursiyên Perlemana Iraqê misoger kiriye

Xesro Goran: Partî li Dihokê 10 kursî û li Hewlêrê 8 kursî û li Silêmaniyê yek kursî û li Mûsilê 6 kursî misoger kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê dezgeha hilbijartinan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Xesro Goran eşkere kir, ku heya niha Partî bîst û pênc kursiyên Perlemana Iraqê misoger kiriye û niha çavê wan li hin kursiyên din e, ku li gel hejmartina dengên mayî, hejmara kursiyên Partî bigihêjin bîst û heft kursiyan.

Xesro Goran zelal kir, ku Partî li Dihokê 10 kursî û li Hewlêrê 8 kursî û li Silêmaniyê yek kursî û li Mûsilê 6 kursî misoger kiriye.

Derbarê hilbijartinan li parêzgeha Silêmaniyêm Xesro Goran rexne li piroseya hilbijartinan kir û got: "Gumana me li ser encamên piroseya dengdanê heye û em daxwaz dikin ku li Silêmaniyê deng bidestan bên jimartin".

Xesro Goran diyar jî kir, ku ti endamekî Partî di Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê de tine ye û ew endamê Partî ku di nav Komisyonê de bû, bi pîlanekê hat dûrxistin, herwiha dema ku berpirsê Komisyonê ser bi Partî ve bû, ti pirsgirêkên saxtekariyê nehatin tomarkirin.

N.O