NY li ser êrîşa kîmawî ya Dûmayê hate deng

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutters derbarê raportên ku tekezî li ser bikaranîna çekê kîmawî ji aliyî rêjîma Sûriyê li dijî sivîlan dikin, nîgeraniya xwe derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutters derbarê raportên ku tekezî li ser bikaranîna çekê kîmawî ji aliyî rêjîma Sûriyê li dijî sivîlan dikin, nîgeraniya xwe derbirî.

Di daxuyaniyekê de Antonio Gutters daxwaz ji hemû aliyên şer ên Sûriyê kir dimildest şer rawestînin. Da zanîn jî, ku hin raport gihîştine destê wan amaje bi wê dikin, ku piştî aramiya 36 demjimêrên bajarokê Dûmayê bi çekê kîmawî hatiye bombebarankirin.

Sekreterê Giştî yê nîgeraniya xwe ji rewşa Dûmayê derbirî û ragihand, ku ew nikarin ji wan raportan tekez yan red bikin, ku behsa bikaranîna çekê kîmawî ji aliyê rêjîma Esed dikin.

Antonio Gutters tekezî li wê yekê kir, her rewşeke bikaranîna çekê kîmawî karekî dirindane ye û pêwîstiya wê bi lêkolîneke hûr hey.

Li gorî jêderên meydanî ji nav bajarê Dûma yê Xûtaya Rojhilatê Şamê, rêjîma Sûryê şeva bûrî bi çekên kîmawî êrîşî wê navçeyê kir, di encamê de bêtirî 100 kesên sivîl canê xwe jidest dane, ku di nav wan de zarok û jin hene û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyek belav kir û ragihand, heger hat piştrastikrin ku ew êrîş bi çekên kîmawî bûye û ji aliyê rêjîmê ve hatiye kirin, divê bersiveke navdewletî bihêz hebe.

Lê heya niha jî, Rêjîma Sûriyê red dike ku bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kiribe.

 

S. B