Tirkiye: Doza girtina partiyên bi navê Kurdistan tê kirin

Herweha ji listeya Partiyên Siyasî yên ku li Tirkiye xebatê dikin de, navên Partiyên ku Kurdistan dinav de heye, hate rakirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Qanuna Bingehîn doza girtinê hemberî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) dike.

Herweha ji listeya Partiyên Siyasî yên ku li Tirkiye xebatê dikin de, navên Partiyên ku Kurdistan dinav de heye, hate rakirin.

Ligor doz a hatî vekirin, partiyên ku nave Kurdistanê dinav de heyî – li dijî destûr û bernameya Partiyên Siyasî, ku di yasa ya partiyên siyasî hatî dirustkirin de ye.

Partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyên cuda, ev kiryar rexne kirin.

 

 

C.B