Amerîka ji UN dixwaze alîkariya Kurdên Êzdî û kiristyanan bike

Amerîka 150 melyon Dolar ji bo avakirin û alîkarîkirina xelkê deverên ziyan ji DAIŞê dîtine terxan kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de Nikki Haley, daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku beşekî ji pirogramê geşepêdanê pêşkêşî Kiristyan û Êzdiyên Iraqê bike.

Nikki Haley got: "destpêşxeriya Amerîka ji bo dayina alîkariyê ji bo kemîneyên olî li Iraqê gunca ye, ji ber ku DAIŞê ziyaneke mezin li şaristaniya kevn ya wan kemîneyan kiriye".

Di tîrmeha îsal de, Amerîka ragihand ku ewê bi riya Netewên Yekgirtî 150 melyon Dolar ji bo avakirin û alîkarîkirina xelkê deverên ziyan ji DAIŞê dîtine terxan kiriye.