Baroya Diyarbekirê: Gumabarên kuştina Tahîr Elçî 3 polîs in

Baroya Diyarbekirê, raporta Endezyariya Tiba Dadî ya ku di derbarê kuştina Tahîr Elçî de li Brîtanyayê hatibû amadekirin, aşkera kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Baroya Diyarbekirê, raporta Endezyariya Tiba Dadî ya ku di derbarê kuştina Tahîr Elçî de li Brîtanyayê hatibû amadekirin, aşkera kir. Li gorî raportê, gumanbarên kuştina Tahîr Elçî 3 polîs in û dibe ku Elçî bi guleya yek ji van polîsan hatibe kuştin. Baro, ji Serdozgeriya Diyarbekirê dixwaze ku her sê polîsên gumanbar werin darizandin û kujerê Elçî were aşkerakirin. Serdozgeriyê jî rapora resen ji Baroyê xwest.

Baroya Diyarbekirê ji bo ku berpirsên kuştina Tahîr Elçî werin aşkerekirin û darizandin, beriya 2 salan deng û dîmenên kamereyan ên kêliya kuştina Elçî, şandibû Beşa Endezyariya Tiba Dadî ya li Londonê. Li Londonê ji aliyê pisporan ve lêkolîn hatin temamkirin û bi vîdeo û grafîkan hejmara 27 polîsên li cihê bûyerê hatin kêmkirin. Li gorî raporta ku hat aşkerakirin; Elçî bi guleya ji 3 polîsan yekî canê xwe ji dest daye. Li gorî nirxandina Parêzer û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan ê Diyarbekirê Bariş Yavuz, nayê zanîn ka gelo Tahîr Elçî bi qestî yan bi xeletî hatiye kuştin.

Bariş Yavuz ji K24ê re got: "Rapor li gorî belgename, deng û dîmenan bi awayeke zanistî hatiye amadekirin. Ji bo ku feîl were destnîşankirin divê pêwendiyên polîsan yên navxweyî yên ji beriya bûyerê werin lêkolînkirin. Ji ber vê yekê jî divê ev her sê polîs jî wekî gumanbar di dosyeyê de cih bigirin. Ji ber ku ev her sê polîs ber bi Tahîr Elçî ve guleyan berdidin."

Baroya Diyarbekirê raporta ku ji Londonê hatibû şandin; di 14 Kanûnê de radestî Serdozgeriya Diyarbekirê kiribû û xwestibû ku îfadeyên 3 polîsên gumanbar werin girtin. Lê hîn jî di vê mijarê de tu gav nehatine havêtin. Li gorî raportê; Elçî ne ji aliyê herdu PKK'yiyên ku di kuçeyê de beziyabûn ve hatiye kuştin. Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin amaje kir ku li Londonê bi taybetî li ser deng û dîmenên 4 kamereyan lêkolîn hatiye kirin. Aydin dibêje; em bi teqez nizanîn Elçî ji aliyê kîjan polîsî ve hatiye kuştin, divê serdozgerî vê yekê aşkera bike.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin dibêje: "Em dixwazin Serdozgeriya Diyarbekirê bi vê raporta zanistî bigihe encamekê. Ger negihe encamekê û ji van her sê gumanbaren kûjerê Elçî neyê aşkerekirin em ê serî li Dadgeha Makezagonê bidin. Ger em ji vir jî negihin encamekê em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa'yê bidin. Heta ku kujerên Elçî werin aşkere kirin em dest ji lêgerîna xwe bernadin."

Li navenda Endezyariya Tiba Dadî ya li Londonê, endezyarên avahîsaziyê, zanist, akademîsyen, pisporên çapemeniyê, sînemager û pisporên teknolojiyê dixebitin. Raportên ku ji aliyê vê saziyê ve hatine amadekirin, heta niha ji bo gelek dozên navdewletî çareserî peyda kiriye. Baroya Diyarbeirê radigihîne ku bi vê raporê Serdozgeriya Diyarbekirê dê bikaribe kujerên Elçî aşkera bike. Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28'ê Mijara 2015'an de di dema ku li ber Minareya Çarling li dijî şer û aloziyan daxuyanî dida çapemeniyê, hatibû kuştin. Heta niha jî di dosyeya lêpirsîna kuştina Elçî de wekî gumanbar tu kes nehatiye darizandin.