Wezîrekî Tirk: Şirnex bûye wek bajarekî Sûriyê
K24: Navenda Nûçeyan
Wezîrê Kiştûkal û Ajaldariyê yê Tirkiyê dibêje, bajarê Şirnexê ji şer û pevçûnan bûye wek bajarekî Sûriyê.
Wezîrê Xurak, Kiştûkal û Ajaldariyê Ehmed Eşref Faqibaba, piştî serdanên Çewlîg û Şirnexê li Rihayê derbarê serdanên xwe de agahî dan.
Faqibaba got, ji bo Tirkiye bigihêje armancên xwe yên sala 2023, divê herkes rola xwe bilîze û da zanîn, di serdana Şirnexê de dît ku, bajar bi temamî wêran bûye û ji bajarên Sûriyê ti ferqa wî nemaye.
Da xuyakirin, welatên bihêz ên cîhanê li Rojhilata Navîn bi sînoran dilîzin û eger derbeya 15'ê Tîrmehê biser biketa, dibe ku Riha li cihê xwe maba, lê ne girêdayî Komara Tirkiyê ba.