Rojava.. Baran û lehiyê gelek ziyanên madî kirine

Li Rojavayê Kurdistanê bi sedema baranê gelek ziyan gihiştine malên xelkê, herwiha bendava Çilaxe jî bi sedema rêjeya bilind ji avê metirsîdar e. Tîmên taybet riyên sereke çak dikin û pispor tekez dikin ku ta nuha hemû metirsiyan kontrol dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Rojavayê Kurdistanê bi sedema baranê gelek ziyan gihiştine malên xelkê, herwiha bendava Çilaxe jî bi sedema rêjeya bilind ji avê metirsîdar e. Tîmên taybet riyên sereke çak dikin û pispor tekez dikin ku ta nuha hemû metirsiyan kontrol dikin.

Li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê rêjeyeke bilind ji baranê di her 2 rojên bûrî de bariya, ev yek jî gelek ziyan li riyên sereke kirine nemaze ya di nav bera bajarê Qamişlo û Dêrikê de. Li ser dirêjahiya riya sereke tîmên çakkirinê belav bûne û kar dikin da pirên li ser rê neherifin û rê qut nebe.

Bendava Çilaxa yek ji bendavên sereke ye di herêmê de, bi sedema rêjeya bilind ji avê aliyên têkildar û mizgeftên bajêr bang li welatiyan kirin ku ji malên xwe derkevin, bi taybet yên derdora bendavê.
Pisporên şaredariyê hin çaviyên bendavê vekirine da asta avê daxînin, lê tevî wê jî û di gel berdewamiya baranê metirsiyên lehiyê zêdetir dibin.Welatiyên deverê ji aliyê xwe ve hemû karînên xwe bi dest xistine û di gel tîmên pispor hewil didin asta avê di bendavê de kêm bikin.

Ta nuha hemû ziyanên lehiyê madî ne û gelek riyên di navbera gundan de hatine birîn. Li gorî Navenda Keşûhewayê ya Sûriyê pêşbîn e ta dawiya vê heftiyê baran berdewam be, û ev yek gelek metirsiyan bi xwe re peyda dike nemaze li herêm û gundewarên di navbera Qamişlo û Dêrikê de.