“Erkê Hevpeymanan li bakurê Sûriyê nayê guhartin”

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, hevkariya xwe bi hêzên HSDê re û berdewamiya operasyonên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka, hevkariya xwe bi hêzên HSDê re û berdewamiya operasyonên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê radigihîne.

Piştî gefên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê, Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand, “Erkê Hevpeymaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê nayê guhartin. Em operasyonên xwe yên normal birêve dibin, herwiha kar li xalên çavdêriyê li ser sînor berdewam e.”

Herwiha hevpeymaniya Navdewletî tekez kir, “Em hîna ligel heypeymanên xwe yên xwecihî (HSD) pabend in, ji bo jinavbirina DAIŞê. Her nameyek derbarê guhartina helwesta Amerîkayê de, şaş e û armanc derxistina tevliheviyê ye.”

Ev daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî di demekê tê, Serokomarê Tirkiyê Recap Tayîp Erdogan di gotareke xwe de ragihandibû, ew têra xwe sekinîne êdî demeke nêz de ew ê li dijî rojhelatê Feratê operasyonên xwe pêk bînin. 

Berî sê rojan jî, Berdevkê Wezareta Bergîriyê yê Amerîkayê Sean Rabertson ragihand, operasyoneke yêkalî li ser rojhelatê Feratê nayê qabûlkirin û dê zirarê bide berjewendiyên her du welatan.

  

S. B