Kunsuliya Siûdî di roja nebedîbûna Xaşuqçî de molet dabû karmendên Turk

Rojnameya Sebah a Tirkî: Kunsulxaneya Siûdî ji karmendên xwe yê Turk re gotiye: Civîneke giring a diplomatic heye, lewra me molet daye we û hûn karin niha derkevin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya Sebah a Tirkî ragihand, ku di roja nebedîbûna Cemal Xaşuqçî de, kunsulxaneya Siûdî li Stenbolê, moleteke lezgîn dabû karmendên Turk yên di nav kunsulxaneyê de kar dikin.

Wê rojnameyê eşkere kir, ku kunsulxaneya Siûdî ji karmendên xwe yê Turk re gotiye: Civîneke giring a diplomatic heye, lewra me molet daye we û hûn karin niha derkevin.

Duh jî Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ku Hikûmeta Siûdiyê rê daye tîmên lêkolînê yên Tirkiyê, ku derbasî avahiya kunsulxaneya wan a bajarê Stenbolê bibin û wê pişkinîn bikin.

Roja Sêşemê 2ê vê mehê, rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Xaşuqçî, ji bo wergirtina hin belgeyan, derbasî kunsulxaneya welatê xwe bû li Stenbolê û bi gotina destgirtiya wî ya Turk (Xedîca Cengîz) heya niha Xaşuqçî derneketiye, lê kunsulxaneya Siûdî vê yekê red dike û tekez dike ku Xaşuqçî piştî demeke kin ji avahiya kunsulxaneyê derket.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Reutersê ji ser zimanê hin berpirsên emnî yên Tirkiyê veguhest, ku Xaşuqçî di nav kunsulxaneya Siûdiyê de hatiye kuştin û termê wî 4 metran di bin axê de hatiye veşartin.  

N.O