Şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike

Biryar e sibe şandeke Hikûmeta Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bike bi mebesta encamdana rêketinê li gel Herêma Kurdistanê

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo gotûbêjkirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de û gihiştin bi rêketinekê, sibe şandeke Hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê dike.

Li gorî zanyariyên bi dest Kurdistan24ê ketine, biryar e sibe şandeke Hikûmeta Iraqê, serdana Herêma Kurdistanê bike bi mebesta encamdana rêketinê li gel Herêma Kurdistanê û çarekirina kêşeyan.

Serdana vê şanda Bexdayê di demekê de ye, ku çend rojan berî niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku berî cejna Newrozê ewê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê bişîne û firîngehên Herêma Kurdistanê veke.

Ji bilî komîteyên hûrbîniyê di lîstên mûçeyên fermanberan de, berî niha jî çend şandên din yên Hikûmeta Iraqê ji bo gotûbêjkirinê derbarê kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de, serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Ji destpêka sala 2014an ve, Hikûmeta Iraqê budceyê Herêma Kurdistanê birrî ye, piştî çend mehan çekdarên DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistan û Iraqê kirin, vê yekê jî di warê abûrî û siyasî de, rewşa navçeyê aloztir kir.

Piştî sê salan ji birrîna budce û mûçe, referanduma xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê di 25/9/2017an de hat encamdan, welatiyên Kurdistanê bi rêjeya bêtirî 92% dengê ji bo serxwebûnê dan, piştre Bexda dorpêçeke ezmanî û zemînî li ser Herêma Kurdistan danî û biryara girtina firîngeh û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê da.

N.O