Piroseya cudakirina dengan destpê kir
K24- Navenda Nûçeyan
Demjimêr 7ê êvarî bi dema Hewlêrê, bingehên dengdanê hatin giritn û pirose bidawî hat.
Jêderekî ji komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, rêjeya beşdariyê bilind e.
Li gorî amarên nefermî, pêşbînî heye, dengê belê ji bo serxwebûna Kurdistanê di referandumê de bigihêje bêtirî 80% û heya niha komisyona bilind a hilbijartinan ti amarek bi fermî belav nekiriye.
Peyvdarê komisyona bilind a hilbijartinan Şêrwan Zirar ji Kurdistan24ê re ragihand: “Bi sedema encamdana piroseya hûrbîniyê, zehmet e îşev amarên fermî û dawî bên belavkirin, lê dibe ku li hin navendan behsa amarên nefermî bê kirin, ew jî nefermî ne û nepiştrast in.”
Piroseya dengdana elîktronî jî roja 23ê Êlûnê ji bo Kurdistaniyên derveyî welat hat encamdan û îro dengdan li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê destpê kir û demjimêr 7ê êvarî bi dema Hewlêrê bidawî hat.