Ferhad Içmo bi xakê hate spartin, lê helbestên wî zindî ne

Di temenê 57 saliyê de helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo koça dawî li bajarê Qamişlo kir, di rêwresmên koça helbestvan Ferhadê Içmo de bi sedan ji hezkir û hevalên wî beşdar bûn û gotin ku Ferhadê Içmo dê bimîne yek ji sitûnên wêjeya Kurdî.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di temenê 57 saliyê de helbestvanê Kurd Ferhadê Içmo koça dawî li bajarê Qamişlo kir, di rêwresmên koça helbestvan Ferhadê Içmo de bi sedan ji hezkir û hevalên wî beşdar bûn û gotin ku Ferhadê Içmo dê bimîne yek ji sitûnên wêjeya Kurdî.

Di xatira wî ya dawî de bi sedan heval û hezkirê helbestvanê Kurd beşdar bûn û dane nîşankirin ku helbestvan Ferhadê Içmo yek ji kesayetên ku bandoreke mezin li çand, û helbesta Kurdî kiriye, ne tenê li rojava lê belê li serandserî Kurdistanê, ew jî di riya helbestên wî re. Helbestvanên beşdar dane xuyakirin jî ku berhemên Ferhadê Içmo dê bimînin mîna navnîşanekê ji ciwan û helbesta Kurdî re di pêşerojê de.

Di dirêjahiya jiyana xwe de Ferhadê Içmo hînî mûzîkê jî bûye, loma bi dehên helbestên sitranî afiran dine ku çendî hunermendên Kurd helbestên wî awaz kirine. Hin hunermendê beşdar rojên xwe bi helbestvan Ferhadê Içmo re bi bîr tînin û dibêjin ku yek ji helbestvanên kêm in yên bi awayekî pispor helbesta sitranî dihûnand, çi helbestên evînî û netewî bin, yan jî yên zaroka bin.

Ferhadê Içmo di sala 1960î de li bajarê Qamişlo jidayik bûye, li dibistanên wê xwendina xwe temam kiriye, di sala 1984ê de bawernameya endezyartiyê ji zanîngeha Helebê wergirtiye.

Di dirêjahiya jiyana xwe de 8 dîwanên wî yê helbestê çap kirine ku ji wan 2 dîwanên helbestên zarokan e.

Di 19ê meha Hizêrana 2016ê de berî da Hewlêrê û piştî neştegeriyê vegeriya Qamişlo lê roj bi roj rewşa tenduristiya wî xirab dibû ta 8ê vê meha Hizêranê li bajarê Qamişlo koça dawî kir.