Wezara diravî ya Herêma Kurdistanê têçûya bernameya (Tiwanasaziyê) xerc kir

Bernameya Tiwanasaziyê, bernameyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi riya wê, kesên yekem li ser astê zanîngehên Herêma Kurdistanê derdikevin, ji bo xwendina Master û Diktorayê wan dişîne zanîngehên cîhanî û xerciyên xwendina wan dide.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî berpris di Wezareta Diravî û Abûriya Herêma Kurdistanê de ragihand, ku wezaretê dest bi dayina xerciya xwendina bilind ji Master û Diktorayê re kiriye, ji bo wan xwendevanên yekem ên ku li ser erkê bernameya Tiwanasaziyê li zanîngehên welatan dixwînin.

Wî jêderî eşkere kir, ku roja Pêncşemê, 19ê Tîrmehê bi îmzeya wezîrê Diravî û Abûriya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan, dest bi dana xerciya xwendina xwendevanên (Master û Diktorayê) hat kirin.

Heman jêderî diyar kir, ku gujmê yekem ê pereyên hatine xerckirin, 100 milyon û 500 hezar Dînar bûn, herwiha wê li gorî rewşa abûriya Herêma Kurdistanê, dayina xerciya xwendevanên Master û Diktorayê, di çarçoveya rênimaya Diravî ya jimare 38an de berdewam be.

Bernameya Tiwanasaziyê, bernameyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bi riya wê bernameyê, kesên yekem li ser astê zanîngehên Herêma Kurdistanê derdikevin, Hikûmet bexşîneyên xwendina bilind  ji wan re peyda dike û ji bo xwendina Master û Diktorayê wan dişîne zanîngehên cîhanî û xerciyên xwendina wan dide.   

N.O