HSD amara şerê îro li Efrînê radigihîne

Navenda Ragihandina HSDê îro ragihand, di rûbirûbûna li hember êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê de ji şeva bûrî ve herî kêm 17 leşker û çekdar hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandina HSDê îro ragihand, di rûbirûbûna li hember êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê de ji şeva bûrî ve herî kêm 17 leşker û çekdar hatin kuştin.

Navenda Ragihandina HSDê îro 5ê Sibatê di daxuyaniyekê de amara şerê îro û şeva bûrî ragihand û tê de da zanîn:

Li navçeya Şiyê: Şeva bûrî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê li hewl dan li eniya gundê Hec Bilêl bipêş bikevin, lê hêzên wan rûbirûyî wan bûn û di encamê de 8 çekdar û leşker hatin kuştin.

Li navçeya Raco: Li gundê Şîltehtê şeva bûrî hêzeke YPJê bi mûşekekê êrîşî leşkerên Tirk û çekdarên opozîsyonê kirin û di encamê de 4 leşker û çekdar hatin kuştin.

Herwiha li gundê Bûkê hêzên wan bi mûşekê êrîşî tankeke artêşa Tirkiyê kirin û di encamê ew tank hat şikandin û hemû leşkerên tê de hatin kuştin. Herwiha li dordora girê Bûkê jî hêzên wan bi çekê (RBG) êrîşî hêzeke artêşa Tirkiyê çekdarên opozîsyonê kirin û di encamê de herî kêm 5 kes hatin kuştin.

Li navçeya Şera: Hêzên HSDê îro li gundê Qestel Cindo demjimêr 11:00 bi mûşekekê êrîşî hêzeke artêşa Tirkiyê û çekdarên kirin.

Daxuyaniya HSDê amaje bi wê jî kir, artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê îro ji demjimêr 14:00 ve hewl didin li gundê Dîkmedaşê û li girê wî gundî bipêş bikevin, lê ew rûbirûyî wan bûne û ta niha şer û pevçûn berdewam in.

Li navçeya Cindirêsê: Hêzên HSDê Îro demjimêr 13:00 li gundê Hesîrkê karîn bi mûşekekê êrîşî tankekê bikin û wê tankê bişkînin.