Mislim: Referandûma serxwebûnê li Rojavayê Kurdistanê nakin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red dike ku referandûma serxwebûnê li Rojavayê Kurdistanê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) red dike ku referandûma serxwebûnê li Rojavayê Kurdistanê encam bide.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji rojnameya “El-Şerq El-Ewset”  re ragihand, ti niyaza PYDê tune ye referandûmê bo serxwebûna Rojavayê Kurdistanê bike, ji ber ku ew piştevaniyê li yekperçeyiya xaka Sûriyê dikin.

Mislim tekez kir, sîstema federalîzma di çarçova netewa demokratîk de baştirîn bijarde ye ji gelê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyan wê re, ji ber ku ew yek gerantiya yekperçeyiya xaka Sûriyê dike.

Derbarê operasyon û birêvebirina bajarê Reqayê ji piştî rizgarkirina wê de, Mislim got, Reqa dê ji aliyê Encûmena Sivîl a Reqayê ku ji eşîrên Ereb û Kurd hatiye damezrandin, were birêvebirin. HSDê dê li derveyî bajêr bimîne û ti destêwedanê di karûbarê di rêvebirina bajêr de nake.

Li ser derbasbûna Heşda Şeibî ji Sûriyê re, Mislim got, cihê Heşda Şeibî di çarçova sînorê Iraqê de ye. Heger derbasî nava deverên di bin kontrola HSDê de bibin, dê rastî bersivdanê bên û berevaniyê di ber xaka xwe de bikin.

Derbarê hatina Rûsya bo Efrînê û avakirina navendeke wê li wî bajarî de, Mislim got: “Rêkeftina ligel Rûsyayê, rêkeftineke tektîkî bû. Em dizanin ku grûpên terrorist li Idlibê kom bûne û rojane Efrînê topbaran dikin, heger Rûsya dixwaze rûbirûyî terorê bibe, divê bi me re hevkariyê bike. Çûna bo Idlibê jî pêwîstiya wê bi hin rêkeftin û têgihêştinan heye.”