Çek li ser navê Pêşmerge dihatin, lê nedigihêştin Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê bi berpirs dizanin û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku lêkolînekê bi cidî bike, ku ji bo çi hikûmeta Iraqê çek û teqemeniya ku welatê Kanada ji Pêşmerge re şandiye, radestî destê wê nebûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê bi berpirs dizanin û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku lêkolînekê bi cidî bike, ku ji bo çi hikûmeta Iraqê çek û teqemeniya ku welatê Kanada ji Pêşmerge re şandiye, radestî destê wê nebûne.

Ev di demekê de ye, ku berî çend rojan medyayê Kanadayê belav kiribûn, Kanada çek û teqemenî ji Pêşmerge re birê kiribû, lê hikûmeta Iraqê ew çek û teqemenî li ser artêşa Iraqê û hêzên xwe yên yasayê belav kiribûn.

Ji destpêka şerê DAIŞê ve, Pêşmerge çespandibû ku bi nûneratiya cîhanê şerê terorê dike, piraniya welatan jî piştevaniya xwe ji Pêşmerge re dupat kiribûn. Herwiha gelek welatan jî dest bi şandina çek û pêwîstiyên leşkerî ji Pêşmerge re kiribûn, lê hevkariyeke bê razemendiya hikûmeta Iraqê negihêştibû Herêma Kurdistanê.

Niha beşek ji medyayê Kanadayê ku piştên xwe bi jêderên Wezareta Bergîriyê yaw î welatî bestane belav kirine, hikûmeta Kanadayê çek û teqemenî ji hêza Pêşmerge re şandine, lê hikûmeta Iraqê ew çek radestî Pêşmerge nekirine.

Berpirsê Ragihandin û Rewşenbîrî ya Wezarta Pêşmerge Emîd Helgurd Hikmet jî daxwaz dike Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê bersiva wan derbarê vê pirsê de hebe.

Emîd Helgurd Hikmet ji K24ê re got: “Me li ser wê axivîbûn ku divê hevkarî rasterast bigihênin Pêşmerge. Niha tê gotin ku Kanada hevkariyeke leşkerî ji Pêşmerg şandiye û li ser hêzên din yên Iraqî hatiye belav kirin, ev jî ew welatê ku çek şandine, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê dixe bin berpirsayetiyê. Pêwîst e bersiva Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Iraqê jî bersiva wan bo yekê hebe û pêwîst e Wezareta Bergiriyê ya Iraqê bersivê bide, ev alîkarî daye kê?”

Piştî kontrolkirina Mûsilê, şerê DAIŞê berve bidawîbûnê diçe. Hêza Pêşmerge jî di 3 salên dawî de bi şikandina DAIŞê karîna xwe nîşanî cîhanê da. Lê ji ber ku Herêma Kurdistanê girêdayî Iraqê ye, rasterast çek û alîkariyên leşkerî negihêştin destê Pêşmerge.