Dozgeriya Siûdiyê hûrgiliyên kuştina Xaşuqçî radigihîne

Dozgeriya Giştî ya Siûdiyê îro ragihand, lêpirsîn bi 21 kesan re hat kirin, tometa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî arasteyî 11 kesan bûye. 5 kes jî bi kuştina Xaşikçî tawanbaran in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dozgeriya Giştî ya Siûdiyê îro ragihand, lêpirsîn bi 21 kesan re hat kirin, tometa kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî arasteyî 11 kesan bûye. 5 kes jî bi kuştina Xaşikçî tawanbaran in.

Wekîlê Dozgeriya Siûdiyê Şilan el-Şilan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, li ser fermana Cîgirê Serokê Îstixbarata Siûdiyê tîmek hat erkdar kirin ji bo vegerandina Cemal Xaşuqçî ji Tirkiyê bo Sûidiyê, lê dema proseya vegerandina wî biser neket, serokê tîmê biryara kuştina wî da.

Aşkere kir jî, kuştin piştî şerekî bi destan û derziyeke bencê encam da, termê Xaşuqçî hat perçekirin û 5 kesan perçeyên termê wî ji Konsolxaneya Siûdiyê li Stenbolê derxistin û radestî hevkarekî xwecihî kirin.

Amaje bi wê yekê jî kir, tometbarekî jî kamîreyên çavdêriyê yên di hundir konsolxaneyê de têk birin.

Wekîlê Dozgeriya Siûdiyê got, wan daxwaza tomarên deng û belgeyan kirine, ew li bendê ne jî ku Tirkiye wan belgeyan radestî Siûdiyê bike. Got jî, ew bersiva gotgotên ragihandina Tirkiyê nadin.

Roja Sêşemê 2ê vê mehê, rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Xaşuqçî, ji bo wergirtina hin belgeyan, derbasî kunsulxaneya welatê xwe bû li Stenbolê bû, lê di pişt re hat ragihandin ku Xaşuqçî hatiye kuştin.

 

S. B