PDK postê cîgirê diwem yê serokê Perlemana Iraqê wergirt
K24 - Navenda Nûçeyan.
Dr Beşîr Xelîl Hedad, ji firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Iraqê de, wek cîgirê diwem ê serokê perlemana Iraqê hat hilbijartin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Bexdayê ragihand, ku di civîna îro ya Perlemana Iraqê de, perlemanteran deng ji bo hilbijartina cîgirê diwem ê Serokê Perleman da.
Got jî: Di dengdana nihênî de, 282 perlemanteran deng da û di encamê de, Dr Beşîr Xelîl Hedad, ji firakisyona PDK 185 deng bidest xist û bû cîgirê diwem ê serokê Perlemana Iraqê.
Nûçegihanê Kurdistan24 diyar kir, ku Ehmed Hecî Reşîd ji firakisyona Komeleya Islamî ya Kurdistanê ji bo heman postî xwe berbijar kiribû û 53 deng bidest xist.
N.O