Platform dixwaze zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê fermî

Li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hat avakirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî hat avakirin. Platforma daxwaz dike ku zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Di çarçoveya diyarkirina nexşerêya platformê de dê di 10ê Mijdarê de jî komxebatek were li darxistin.

Li Diyarbekirê ji bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî ji aliyê 9 partî û rêxistinên Kurdan ve avakirina Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin. Daxuyaniya Kurmancî ji aliyê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek ve û ya zazakî jî ji aliyê rêveberê Hereketa Azadî Sitki Zîlan ve hate xwendin. Derbarê armanca avakirina platformê de Sînan Çîftyurek amaje kir ku wan dîtiye ku êdî li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî di sateke xeter de ye.

Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: “Îro dema ku em li kolanên Diyarbekirê dinihêrin em dibînin tirkî buye asayî û Kurdî nayê axaftin. Me got em werin cem hev û bang li gelê xwe bikin ku xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Hevgirtiyên Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî anîn zimên ku lihevcivîna partiyên Kurdan wisa bi hijmareke zêde girîng e. Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Mûsa Farîsogullari bal kêşand ser bi yek dengî xwedîlêderketina nirxên neteweyî.

Parlementerê HDPê yê Diyarbekir Mûsa Farîsogûllari got: “Di qada siyasî, çandî, dîrokî û hunerî de gelek êrîşên hovane hene. P3ewîste hemû sazî û dezgehên Kurd werin cem hev û li ser van êrîşan xwe biparêzin û zimanê xwe biparêzin, nasnameya xwe biparêzin.”

Siyasetmedarên Kurd derbarê pirsgirêkên zimanê Kurdî de destnîşan dikin ku birîn û pirsgirêkên zimanê kurdî gelek in ku pêdivî bi dermankirinê hene. Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Sedat Dogan tîne zimên ku divê êdî rastşiya zimanê Kurdî bi fermî were qebûlkirin.

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Sedat Dogan dibêje: “Îro di mala me de dê û bavê min tenê bi Kurdî dizanin û zarokên min jî Kurdî nizanin û ez di navbera wan de wergerê dikim. Ev zilm e. Şerm e ku ev zilm li me tê kirin. Şerma dewletê ye jî û ya millete me ye jî.”

Biryare ku ji bo diyarkirina nexşerêya Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî di 10ê Mijdarê de li Diyarbekirê Komxebatek were li darxistin û ji dewleta Tirkiyeyê were daxwazkirin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û di derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî jî gav werin avêtin.