Balyozxana Amerîkî li Qudisê tê vekirin: 37 kuştî

Wezareta Tenduristiya Filestînê ragihand, îro 37 xwepêşanderên Filestînî li nêzîkî sînorê rojhilat ê Xezayê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiya Filestînê ragihand, îro 37 xwepêşanderên Filestînî li nêzîkî sînorê rojhilat ê Xezayê canê xwe jidest dan.

Wek nerazîbûna li ser veguhastina balyozxaneya Amerîkî ji Tel Evivê bo Qudisê, Ji vê sibehê ve bi hezaran Filestînî li dirêjahiya sînorê di navbera Xeza û Îsraîlê kom bûne.

Wezareta Tenduristiya Filestînê Eşref Qudre ji ajansa “Anadolu” re ragihand, li Xezayê 37 kesan canê xwe jidest dane, di nava wan de zorokekî kêm 18 salî jî heye.

Herwiha diyar kir jî, zêdetir ji hezar û 700 kesî jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûne, di nava birîndaran de birînên giran hene, di nava wan de jî 9 rojnamevan jî hene.

Serokê Amerîka Donald Trump roja 6ê Berçileya 2017an biryar dabû, ku Balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Evivê veguhêze Qudisê, îro jî ew balyozxane li Qudisê bi merasîmekê tê vekirin.

 

S. B