Nêçîrvan Barzanî: PDK ne partiya tirs û dudiliyê ye

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê de li Hewlêrê ragihand, Nehezên PDKê ji bo dijayetiya PDKê destên xwe ji hêlên sor naparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî di ahenga bangeşeya lîsteya PDKê de li Hewlêrê ragihand, Nehezên PDKê ji bo dijayetiya PDKê destên xwe ji hêlên sor naparêzin.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro li ahenga bangeşeya lîsteya PDKê ya ji bo hilbijartinên Iraqê li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û got: “Ji bo nehîştina PDKê, nehezên PDKê amade ne biçin her bereyekê, heger li dijî mafên rewa yên miletê Kurd be jî, lê PDK bi ti hêzê bidawî nabe.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji endam û alîgirên PDKê kir, rê nedin wê yekê ku partiya wan ji rêzê yekem derkeve. Daxwaz kir jî, bi piştevaniya xwe sengeya PDKê di proseya demokrasî û siyasî de biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî Got: “Milmilaneya vê carê di navbera reş û spî, serkeftin û binkeftinê de ye. Ewên milmilaneya PDKê dikin, dixwazin PDKê zererê bike û ev jî hêla sor e ku wan hesaba wê nekirine. PDK ne partiya tirs û dudiliyê ye. Peyva tirs û dudilê di ferhenga PDKê nîn e. Tirs û dudiliya me tenê ji bo mafê gelê Kurdistanê ye.”

Cîgirê Serokê PDKê got jî: “Di Kurdî de dibêjên (Dar pîr bû, nayê tewandin) PDK jî ew dar e ku ne plana nehezan û ne bahozên derveyî wê natewîne.”  

 

 

S. B