Ger Amerîka êrîşî Sûriyê bike wê Tirkiye û Rûsya çi bikin?

Gelo wê Amerîka êrîşî Sûriyê bike? Ger bike, Tirkiye û Rûsya dê pozîsyoneke çawa wergirin? Di heman demê de, dê ev daxuyaniya Trump ya derbarê êrîşa Sûriyê de bandoreke çawa li pêywendiyên herêmê bike, bi taybet jî li ser têkîliya Tirkiye û Rûsyayê? Pisporên têkîliyên navneteweyî egera êrîşa Amerîkayê ya bo Sûriyê û bandora wê ya li ser Tirkiye û Rûsyayê nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Gelo wê Amerîka êrîşî Sûriyê bike? Ger bike, Tirkiye û Rûsya dê pozîsyoneke çawa wergirin? Di heman demê de, dê ev daxuyaniya Trump ya derbarê êrîşa Sûriyê de bandoreke çawa li pêywendiyên herêmê bike, bi taybet jî li ser têkîliya Tirkiye û Rûsyayê? Pisporên têkîliyên navneteweyî egera êrîşa Amerîkayê ya bo Sûriyê û bandora wê ya li ser Tirkiye û Rûsyayê nirxandin.

Bi êrîşa kîmyewî ya li Sûriyê, rageşiya di nava Amerîka û Rûsyayê de derkete qada herî rajor. Piştî mêweya 48 saetan tijî bû, Serokê Amerîkayê Trump, bi rêya twîtterê peyamek weşand û got; Moşekên me yên şareza tên, xwe amade bike Rûsya. Bi vê peyamê re dinya ket nav dehşetê. Dû roj berê Rûsyayê jî gotibû, ger li dij Sûriyê êrîş pêk bê, Amerîka be jî ew ê bi tundî bersivê bidin. Enqere jî, di nava dû eniyan de tengijî û ma. Gelo dema Amerîka êrîşî Sûriyê bike wê Rûsya û Tirkiye pozîsyoneke çawa ragirin û ev yek wê bandoreke çawa li pêywendiya di nava Tirkiye û Rûsyayê de bike? Li gorî Pisporê Pêywendiyên Navneteweyî Îbrahîm Varli, wê Amerîka ne îro be jî be jî, sibe êrîşî Sûriyê bike û wê ne Tirkiye ne jî Rûsya nikaribin dengê xwe derxin.

Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Îbrahim Varli ji K24ê re got: "Bi baweriya min wê Amerîka êrîşî Sûriyê bike. Lê êrîşên lokal in ev êrîş, lê ji yên berê wê mezintir bin. Li hember vê êrîşê her çiqas Rûsya daxuyaniyên tund ragihîne jî, min ne bawere ku ji bo Sûriyê pêwendiya xwe ya bi welatên Rojava re xira bike. Hêzeke Rûsyayê ku karibe li dij wan rabe jî nîn e. Dema Amerîka li Sûriyê bixe, Tirkiye nakeve nava şer lê wê piştevaniyê bide Amerîkayê û dûrî Rûsyayê bikeve. Berî niha bi meh û nîvekê Erdogan bixwe gotibû, em plansaziyên li Rojhilata Navîn bi Amerîkayê re bi hevkarî dibin serî."

Bi boçûna Mustafa Erdemolê Pisporê Pêywendiyên Naveteweyî jî, Enqere di proseseke dijwar re derbas dibe, bi taybet jî piştî wê daxuyaniya Trump ya derbarê êrîşa Sûriyê de. Li gorî Erdemol, her çiqas di hêla aborî de pêywendiya Tirkiyê bi Rûsyayê baş be û di warê Sûriyê de lihevkirî xuya bikin jî, dema Trump telefonekê bike, mimkûn e helwesta Erdogan ya di derbarê Sûriyê de jibinîve biguhere.

Mustafa Erdemol dibêje: "Amerîka wê li Şamê nexe. Dema li Şamê bixe wê reaksiyonên tund bilind bibin. Lê wisa xuya ye, wê zirareke mezin bide Sûriyê. Dema Rûsya bersiva moşekên Amerîkayê bide, wê ew teorî piştrast bibe; teoriya ku dihate gotin, wê şerê sêyemîn yê cîhanê li Rojhilata Navîn derkeve. Loma min ne bawere ne Amerîka ne jî Rûsya rê li ber şerekî heremî vekin. Enqere jî di nava vê rageşiyê de tengijiye û maye. Lê dema dema Trump telefonekê bike, mimkûne helwesta Erdogan ya li Sûriyê jibinîve biguhere."

Bi boçûna pisporan, li Rojhilata Navîn ji ber ku Tirkiye wek qereqola sînorên Başûr xuya dike li ser navê NATOyê, di wê egera pêkhatina êrîşeke li dij Sûriyê jî, wê li rex Amerîkayê cih bigire. Ev yek jî, wê bike ku derza di nava pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê de hê mzintir bibe, her çiqas di warê aborî de pêwendiyên stratejîk digel hev girêdabin jî.