ENKS êrîşên Suriye liser Xûta Rojhilat şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Suriyê êrîşên hikumetê li ser deverên Xûta Rojhilat li Suriyê şermezar dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Suriyê êrîşên hikumetê li ser deverên Xûta Rojhilat li Suriyê şermezar dike.

 Di beyannameyekê de Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Suriyê got,  piştî ku hikumeta Suriyê bi dorpêça xwe li ser deverên Xûta Rojhilat li Şamê nekarî  viyana xelkên wê bişkîne, dest bi êrîşên dijwar li ser wê kir û bê ku agirbestan jî berçav bigre.

Encumen di wê beyannameyê de, ew yek şermezar kir û got, ew yek ji yasayên navdewletî û ji mafên mirovan re binpêkirinek e, û bang li Civaka navdewletî kir ku, bê deng nemîn e û biryarên pêwist ji bo parastina jiyana sivîlan li wir û li pêşxistina prosêsa siyasî li Suriyê bistîn e.

 

C.B