ENKS û PDPK-S: Gefên Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê ciddî ne

ENKS û PDPK-S di bernameya ROJEV a Kurdistan24 de helwêstên xwe girêdayî gefên Operasyona Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKS û PDPK-S di bernameya ROJEV a Kurdistan24 de helwêstên xwe girêdayî gefên Operasyona Tirkiye liser rojavayê Kurdistanê ragihandin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê radighîne, gefên Tirkiyê liser rojavayê Kurdistanê ciddî ne û Tirkiyê şewqa kesk ji gelek aliyên navdewletî wergirtiye.

Serokê Nûneratiya ENKS li herêma Kurdistanê Nûrî Brîmo di bernameya Rojev a Kurdistan24 de ragihand, ew gefên Tirkiyê liser bajar û bajarokên Serê Kaniyê, Girê Spî û Kobanê ciddî dibînin û dibe ku Şam, Enqere û Tehran liser Operasyonê lihev kiribin.

Ji bo dîtina çareseriyekê ji gefên Tirkiyê liser rojavayê Kurdistanê, Partiya Pêşverû daxwaza civînek berfereh ji Partiyên Kurdî dike.

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman, di bernameya Rojev a Kurdistan 24 de ragihand, ji bo dîtina çareseriyekê  ji gefên Tirkiyê re, wan destpêşxeriyek, ji bo civîna hemû Partiyên Kurdî li rojavayê Kurdistanê heye.

Navborî got jî, divê hemû pêkhateyên rojavayê Kurdistanê bi hev re çareyekê ji vê yekê re, bibînin.