HSDê taxa pîşesazî li Reqayê kontrol kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) taxa pîşesazî li Reqayê û gundekî li rojavayê Reqayê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) taxa pîşesazî li Reqayê û gundekî li rojavayê Reqayê kontrol dike.

Peyamnêrê K24 ragihand, piştî 5 rojan ji şer li taxa pîşesazî ya li rojhilatê Reqayê, HSDê îro karî wê taxê bi temamî ji destê DAIŞê rizgar bike.

Ji aliyekî din ve, HSDê gundê Sihêl li bakurê rojavayê bajarê Reqayê kontrol kirin û niha dest bi paqijkirina gund ji mayînan tê kirin

Ev çend roj in, HSDê operayona girtina navenda bajarê Reqayê dest pê kirîye û heta niha çendîn tax li aliyê rojavayê bajêr wek taxa Romanî, Sebahiye û Meşlib hatine kontrolkirin.