14 sal bi ser Serhildana 12 Adarê re derbas dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
14 sal bi serhildana Adarê re derbas dibe, rojek wekî îro 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo ta bi Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan û êdî beramber zul û zordariyê rawestiyan û Heya niha jî ev roj li cem Kurdên Rojavayê Kurdistanê wek rojeke dîrokî tê binavkirin.
Di 12 Adara sala 2004an li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, di dema lîstika fotbolê ya di navbera her du tîmên (Cîhad û Fitiwê) de , cemawerên tîma Dêrazorê sivikatî bi al û sembolên Kurdistanê li nava yarîgehê kirin û bi dar û keviran ku berê xwe ji vê bûyerê re hatibû plankirin êrîşî cemawerên tîma Qamişlo kirin.
Hêzên ewlekariya rejîma Sûriyê li şûna ku navbênkariyê bike bi guleyan û bi fermana parêzgarê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl bi guleyan êrîşî cemawerên Kurd kir û di encam de hejmarek welatiyên bajêr şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar bûn û cemawerên Tîma Dêrazorê jî bi hilîkopteran ji nava yarîgehê ji aliyê wan hêzan hatin derxistin.
Xelkê Qamişlo bi coş û hêzeke bêhemba derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşandan, rêjîma Sûriyê careke din êrîşî xelkê kir û hejmareke din ya welatiyan şehîd bûn û rewşeke tirsê di nava bajar de belav bû.
Meş û xwepêşandan li dijî rejîma Sûriyê di wê demê de li Qamişlo ranewestiya û berê xwe da tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û bi durşmên bijî Kurdistan, şehîd namirin hatin xemilandin.
Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê li çend bajarên cuda cuda şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi tometên cuda cuda zindanî kirin û hin ji wan bi salan di nava zindanan man, lê serhildan li wê salê ranewestiya û di sala 2011an de Kurdên wî berçeyê Kurdistanê tevlî Şoreşa Sûriyê bûn û careke din durişm û sembolên Partiya Beis anîne xwarê.