Ingilistan nîvê firokeyên xwe yên şer vedikşîne
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin, ku Ingilistan dê nîvê firokeyên xwe yên şer ji Sûriye û Iraqê vekşîne.
Ligor rojnameya Daily Mail ku liser zarê berpirsên serbazî diyar kiriye, Ingilistan dê 8 firokeyên xwe yên şer cure “RAF Typhoon” meha pêşya me, ji Sûriye û Iraqê vekşîne.
Heman demê berpirsên serbazî dibêjin, ku erkê wan liser erdê dê bidom e û vekşîna firokeyan bandore li erkê wan nake.
Ev pêngava Ingilistanê piştî biryara Amerika ya vekşîna hêzên xwe ji Sûriye tê.
C.B