Amerîka bijardeya lêdana bingehên Rûsî amade kiribû

Wezîrê bergiriya Amerîka ji Trump xwest ku êrîşî sîstema bergiriya ezmanî ya Rûsî li Sûryê neke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnamey The Wall Street Journal a Amerîkî, di raporekê de eşkere kiriye, ku 3 bijarde li ber destê Trump hatibûn danîn ji bo êrîşa Sûryê, yek ji wan bijardeyan lêdana sîstema bergiriya ezmanî ya Rûsya bû, ku li Sûryê bicî kiriye.

Rojnameyê li ser zimanê jêderekî Amerîkî belav kiriye, ku wezîrê bergiriya Amerîka James Mattis bijardeyeke asayî xist berdestê Trump, daku Pentagon wan bingehên serbazî bordûman bike, ku pêwendiya wan bi çêkirina çekên kîmawî re hene, bijardeya diwem jî hinekî berfirehtir bû û navenda serkirdatiyê û navendên lêkolînên serbazî jî lixwe digirt".

Lê bijardeya sêyem, lêdana sîstema bergiriya ezmanî ya Rûsya bû, ku li Sûryê hatiye danîn,  armanca wê jî ew bû, ku karînên bergiriya ezmanî li Sûrya bitemamî têk bidin û nêzîkî avahiyên Hikûmî nebin.

Li gorî heman rojnameyê, Serokê Amerîka guhdariya wezîrê bergiriyê kiriye û bijardeya diwem hilbijartiye, tevî ku Trump dixwest êrîşeke gellekî bi bandor li dijî rêjîma Sûryê encamp bide.

N.O