Kurdistan Ji bo Şaredariya Pîranê jî qeyûm hat danîn

Ji bo Şaredariya Pîranê jî qeyûm hat danîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo Şaredariya Pîrana Diyarbekirê ya DBPê jî qeyûm hat danîn, bi vê hejmara şaredariyên DBPê ku qeyum hatine danîn gihîşt 79'an.

Parêzgarê Diyarbekirê bi erka Wezareta Navxweyî, bo Şaredariya Pîranê, qeymeqamê navçeyê wek qeyum erkdar kir. Hejmara Qeyûmên Diyarbekirê gihîşt 10'an.

Li aliyê din, li Sêrtê Şaredarê Bajarokê Ciwanika Serhat Çîçek bi tometa endamtiya PKKê hat girtin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu dabû xuyakirin, heta niha dest danîne ser 78 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP).