Kurdistan Barzanî: Li çeperên me teror 2 caran hat têkşikandin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim konferanseke rojnamegerî lidar xisitin. Barzanî jî ragihand: “Li çeperên me terrorist 2 caran rastî şikestinê hatin.”

Di konferansa rojnamegerî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destpêkê serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi serkeftî binav kir û spasiya hevkariya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Barzanî ragihand: “Em rûbirûyî şerê terorê bûne û bo yekê jî pêwîstiya me hevkarî û hevahengiya her welatekî heye.”

Barzanî got jî: “Di eniyê şerê terorê de, terrorist li eniyên me 2 caran rastî şikestinên mezin bûne û hêvîdar in li Tirkiye û cihên din jî jinav biçin. Pêwîst e em hemû rûbirûyî terorê bibin.”

Di beşeke din de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amaje kir, di her warekî de dixwazin girîngiyê bidin pêwendiyên bi Tirkiyê re.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim behsa serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê kir û serdana Barzanî ya roja 23 û 24 Tebaxa 2016an ya piştî hewla derbeya leşkerî li Tirkiyê bilind nirxand. Herwiha amaje bi serdana Barzanî ya ji Parlementoya Tirkiyê kir, ku bûbû armanca derbekaran. Yildirim helwesta Barzanî li dijî terorê û hevdengiya wî ya ligel xelkê Tirkiyê jî bilind nirxand.

Yildirim amaje bi operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û ku bi beşdariya hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî birêve diçe û got: “Em jî di çarçoveya operasyona Mertala Feratê de di şerê li dijî terorê de berdewam dibin.”

Herwiha Yildirim behsa şerê li dijî PKK kir û got ku, çalakiyên PKKê ji nava Iraqê de li dijî Tirkiyê neyên qebûlkirin. Herwiha derbarê hebûna PKKê li Şingalê jî Yildirim diyar kir, hebûna PKK li Şingalê pirsgirêkên ewlehiyê ji Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê çê dike, ew yekî jî ne cihê qebûlkirinê ye, ji ber wê jî dazwaza karên hevbeş kir û got ku, Ewropa û Amerîka têdigihin vê pirsê.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de, Yildirim got, ewê PYD kiriye dîfakto, nayê qebûlkirin û heger çi navî be jî, ew ji bingeha xwe ve PKK ne û nikarin bi guhartina navan me bixapînin.

Yildirim di babeta duyem ya serdana xwe de girîngî da pêwendiyên aborî û bazirgan ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de û got; ji bo pêşxistina pêwendiyên aborî li gel Hewlêrê dê di meha Çileyê de korbendek bê sazkirin. Ji bo pêşxistina bazirganiyê û herwiha rakirina pirsgirêkên li pêşiya mijarên aborî dê gavên pêwîst bên avêtin.

Bînalî Yildirim di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, ew dixwazin di mijara tendurustiyê de jî kar û hevkariyê li Hewlêr û Bexdayê bikin. Herwiha di mijarên enerjî, veguhestin û xwendinê jî heman karên hevbeş bên kirin.