"Rewşa Rojavayê Kurdistanê nearam e"

Ebdilkerîm Umer: Rewşa Rojavayê Kurdistanê nearam e û ger tevliheviyek çêbibe, wê zindaniyên biyanî yên DAIŞê ji zindanên me birevin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kantona Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê Ebdilkerîm Umer ragihand, rewşa Rojavayê Kurdistanê nearam e û ger tevliheviyek çêbibe, wê zindaniyên biyanî yên DAIŞê ji zindanên wan birevin.

Ebdilkerîm Umer diyar kir, ku hejmara çekdarên DAIŞê û malbatên wan yên biyanî di zindanên rêveberiya xweser de, nêzîkî 1900 kesan e, derdora 500 kesî ji wan jin in û hezar jî zarok in û zindaniyana ji 44 welatan in.

Umer daxwaz ji welatên wan çekdaran kir, ku bi zûtirîn dem wan veguhêzin cem xwe û got: Rewşa navçeya me aloz e û dibe ku ew çekdarana birevin û metirsiyê li ser navçeyê û civaka navdewletî çêkin.

Navhatî tekez kir, ku ewê riyên dîplomatîk bikar bînin ji bo radestkirina wan çekdaran ji welatên wan re û eger bizavên wan biser neketin ewê hin riyên din hilbijêrin.

N.O