Kurdistan li çiyayên Amanosê leşkerekî Tirk hate kuştin

li çiyayên Amanosê leşkerekî Tirk hate kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Antakya yê Bakurê Kurdistanê leşkerekî Tirkiyeyê hate kuştin.

Îro piştî nîvro li bajarê Antakyayê li çiyayên Amanosê di navbera hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê û endamên PKKê de şer derket.  Di encamê de leşkerekî Tirkiyeyê canê xwe ji dest da.

Derbarê mijarê Parêzgeriya Antakyayê daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, operasyona li hemberî PKKê ya li çiyayên Amanosê mehek û nîv e berdewam dike. 

Hefteya borî Parêzgeriya Antakyayê gundewarên çiyayên Amanosê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet ragihandibû.