Parêzer: Binçavkirinên li hember HDP'ê ne hiqûqî ne

Binçavkirin û girtinên li hember namzed û rêveberên HDP'ê, ji aliyê rayedarên HDP'ê û hiqûqnasan ve hat nirxandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Binçavkirin û girtinên li hember namzed û rêveberên HDP'ê, ji aliyê rayedarên HDP'ê û hiqûqnasan ve hat nirxandin. Li gorî rayedarên HDP'ê yên Diyarbekirê dibêjin; di mehên dawîn de binçavkirin û girtinên li hember namzed û serokên şaxên HDP'ê zêde bûne lê ew di her şert û mercî de xebatên xwe dimeşînin.  Hiqûqnas jî dibêjin; 30 sal in di her hilbijartinê de li hember partiyên Kurdan binçavkirin û girtin hene.

Li gorî ragihandinên rayedarên HDP'ê; di mehên dawîn de li hember namzed û serokên şaxên wan binçavkirin û girtin zêde bûne. Li gorî amajeyên HDP'yiyan, ji bilî girtin û binçavkirinan, li ser welatiyên ku meyila wan li ser HDP'ê ye jî zext hene. Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Mehmet Şerîf Camci jî di 13'ê Cotmeha 2018'an de hatibû girtin û 4 mehan girtî mabû. Camci nêzîkî 2 hefteyan e serbest hatiye berdan û dibêje ku her diçe zext zêdetir dibin lê xebatên wan li erdê nemane.

Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Mehmet Şerîf Camci ji K24ê re got: "Bila her kes vê yekê wiha bizanibe, bi vî awayî ne pêkan e bi me gav paş ve bidin havêtin. Her ku diçe jî dê gel nerazîbûna xwe bidomîne. Daxwaza Gelê Kurd çi ye? Beriya her tiştî vê bêstatubûna xwe qebûl nake. Ji fêmkirina vê zelatir tu tişt tuneye. Em jî wekî partî xebatên xwe dimeşînin. Êrîş bi çi awayî be, em paş ve gav nahavêjin."

Wekî bajarên din ên bakur û Tirkiyeyê, li Diyarbekirê jî xebatên bangeşiya ji bo hilbijartinên herêmî dewam dikin. Li gorî nirxandina hiqûqnasan; di wan binçavkirinên ku bi tomarî tên kirin de;  hemû binçavkirî  nayên girtin lê belê di xebatên bangeşiyê de binçavkirin; bandorên neyînî li ser hiqûqa wekheviyê dikin. Parêzer Cebar Leygara jî dibêje; ji sala 1991'ê û bi vir ve di her hilbijartinan de binçavkirin û girtin li hember partiyên Kurdan hebûne.

Parêzer Cebar Leygara dibêje: "30 sal in daxwaziya wan ev e; vê yekê jî di her hilbijartinê de kirine. Ev, ne hiqûqî ye. Sûcekî tune ye. Namzedan çi sûcî kiriye? Namzedî/ê dikin bin çav, dibêjin te 10 sal berê ev axaftin kiriye. Çima heta niha we ew dernexistiye hember dozger? Dibêje te di sala 2012'an de ev axaftinê kiriye."

Rayedarên HDP'ê dibêjin; hejmara binçavkirin û girtinên ku ji hilweşîna Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd û bi vir ve li hember endam û rêveberên wan û endam û rêveberên hevgirtiyên wan hatine kirin; gihîştiye 10 hezaran. Li gorî hiqûqnasan, sedemên binçavkirinan tenê ji ber bangeşiya fikirê siyasî ye. Li gorî rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê jî sedemên binçavkirinan, ji ber bangeşî, endamtî û alîgiriya rêxistina çekdarî ye.