Çekdaran zarokekî 9 salî li Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên li Efrînê Zarokekî Kurd ê 9 salî li ser riya dibistanê li navenda bajarê Efrînê revandin û heya niha cihê wî ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Grûpên çekdar ên li Efrînê Zarokekî Kurd ê 9 salî li ser riya dibistanê li navenda bajarê Efrînê revandin û heya niha cihê wî ne diyar e.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re da zanîn, zarokê Kurd Ehmed Tahir Mistefa yê 9 salî duhî di dema ji dibistanê vedigeriya malê, li derdora diwara Newroz ya bajêr, ji aliyê grûpeke çekdar ve hate revandin û berê wî dane cihekî ne diyar.

Heman jêderî got, Ehmed Tahir Mistefa ji xelkên gundê Memila yê navçeya Reco ye, li ber çavên dapîra wî hat revandin.

Li gor agahiyan, bavê zarokê hatiye revandin Tahir Mistefa, di demeke berê de ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû girtin û mal û milkên wî jî hatibûn talankirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji dema dagîrkirina Efrînê ve, ji bilî dizî û talankirina mal û mikên xelkê, bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, bi hezaran welatiyên Efrînê digirin û eşkence didin.

Berî çend rojan, Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) di raporteke xwe de ragihandibû, opozîsyona Sûriyê di ber binpêkirinên li Efrînê dibin de berpirsyar e û daxwaz ji Tirkiyê kir, kiryarên çekdarên opozîsyonê li Efrînê rawestîne.

 

Zarokê 9 salî yê ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin Ehmed Tahir Mistefa
Zarokê 9 salî yê ji aliyê çekdaran ve hatiye revandin Ehmed Tahir Mistefa

 

S. B