Keça Kurd ya ku ji şerê bajarê Helebê rizgar bibû, li gel Messi civiya

Serokê yaneya Barcelona baseke taybet ji bo Nûjînê şand bajarê Koln yê Almanya ku Nûjîn li wir dijî, û ji wî bajarî ew anîn bajarê Barcelona

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûjîn Mistefa ew keça Kurd ya 16 salî, ku çîroka rizgarbûna wê ji şerê Helebê li cîhanê belav bû, bi taybet piştî rizgarbûna wê ji binavbûnê dema ku ber bi weltên Ewropa ve diçû, ji aliyê serokê Yaneya Barcelona ve hat vexwendin daku serdana wî bajarî bike û li gel endamên wê yaneyê bicive.

Serokê yaneya Barcelona baseke taybet ji bo Nûjînê şand bajarê Koln yê Almanya ku Nûjîn li wir dijî, û ji wî bajarî ew anîn bajarê Barcelona daku yek ji xewnên Nûjînê bicîbînin.

Nûjînê di pirtûka xwe de diyar kiribû ku xewna wê ye endamên yaneya Barcelona bi taybet Lionel Messi bibîne, serokê wê yaneyê ew xewna Nûjînê bicî anî.